Çekdarên DAIŞê li sê cihên cuda ên Kerkûkê êrîşî ser hêzên Polîsa Federalî ya Iraqê kirin û di encamê de 3 polîs û kesekî din hatin kuştin.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser xaleke Polîsa Federalî li Nahiya Riyaz li rojavayê Kerkûkê kirin û di encamê de, polîsek hat kuştin û polîsekî din birîndar bû.
Peyamnêrê K24ê destnîşan kiriye, çekdarên DAIŞê bi ser gundê Hecel a ser bi nahiya Riyazê de girtin û Muxtarê Gund Mihemed Nicim kuştin û kurê wî jî birîndar kirin.
Herwiha ligor zanyariyan, çekdarên DAIŞê li bajarokê Daqûqê êrîşî ser xaleke Firqeya 5 a Polîsa Federalî jî kirine û di encamê de 2 polîs hatin kuştin.