Li Stenbolê di êrîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Li Stenbolê di êrîşeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin

 Li Kuçukçekmece ya Stenbolê di saloneke taştê de 2 kes rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan.

Li salona taştê ya li taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê, du kesên bi navên Yusuf Aslan û Ebdula Okumuş, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hatin û giran birîndar bûn.

Li ser agahdar kirina hemwelatiyan polîs û tîmên tenduristiyê geheştin cîhê bûyerê û herdu birîndar rakirin nexwaşxaneyê. Lê li gel hemû hewldanan jî her du kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê bûyerê de polîs lêkolîn da destpê kirin û ji bo girtina kesên êrîşkar dest bi operasyonan kir.

Pustên heman beş