Artêşa Tirkiyê operasyona Dorpêç li Wanê da destpêkirin

Artêşa Tirkiyê operasyona Dorpêç li Wanê da destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, hêzên wan li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Dorpêç -35” dane destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Çarşemê 24 Tebaxa 2022yan ragihand ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Dorpêç -35” operasyoneke nû li dijî PKKê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên taybet ên cendirme, polîs û komando jî di nav de 622 endamên artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de cih digirin ku ji çend tîman pêk tên.

Artêşa Tirkiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê “Dorpêç” li dijî PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê weke Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din dan destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Pustên heman beş