Partiya Karkera û bombeya nûklerê ya ku li çiyayê Metînayê hatiye teqandin!!

Partiya Karkera îro li medyaya xwe hinek dîmen parvekirine û gotiye: “Tirkiyê bombeya nûklerê ya taktîkî li çiyayê Metînayê teqand”, gerîla jî karîne dîmenên teqîna vê bombeya wêranker ji mesafeyeke kêm  bigirin û tu tiştek li wan nehat!.

Rêxistina PKKê, îro roja çarşemî 24/8/2022ê di medyaya xwe ya fermî de, hinek dîmenên vîdyo û foto parvekirine û li ser nivîsandîye ku artêşa dewleta Tirk, li “Girê Hekariyê yê herêma Metînayê” bombeya nûklerê ya taktîkî li dijî hêzên me bikaraniye.

PKKê her wiha nivîsandiye, dewleta Tirk ji bo ku tonelên şer birûxîne, ji bo ku şikeft û nuqteyên derbasbûnê yên li qadên bicihbûnê yên gerîlayên me îmha bike, neçar maye bombeya nûklerê ya taktîkî bikarbîne.

Bombeya nûklerê ya taktîkî çî ye?

pkk-turkey-nuclear bomb-bomb-matin-mount (3)

Bi çekê nûklerê yê taktîkî yan jî çekê navokî yê nesitratejîk tê nas kirin, her wiha bombeyeke ji rêze bombeyên nûklerê tê hesab kirin, bo armancên sitratecîk tên bikaranîn û ev bomb himberî dehan tonên TNT yê ye, her wiha tîjkên wê bi kîlometran dûr diçin û bi dehan salan di nava ax û avê de dimînin û her tiştî wêran dikin, lê belê tişta ecêb eve, bi ya PKKê, Tirkiyê îro ev bomb li girê Hekariyê bikaraniye, di heman demê de PKKê dîmenên teqandina wê bombeya wêranker ji mesafeyeka kêm girtine!!

Hêjayî gotinê ye, li gorî pêgeha Scientific American, çekê nûklerê yê taktîkî, di cîhana çekan de, teqîneke wêranker ku digihîje 50 mêgatonan çêdike ku her tiştî li hawrdora xwe wêran dike, tîjkên wê bi dehan salan li herêma lê tê teqandin di nava av û axê de dimînin, ev çek dikare bajêrekî yan hinek herêmên bajêr bi çend çirkeyan bi temametî wêran û kavil bike.

Bo mînak, bombeya B-61 ya Amerîkî dikare ji 0,3 heta 50 mêgatonan enerjya teqînê berde, bombeya Hîroşîma hêza wê ya wêranker a texmînkirî 15 mêgaton berdabûn.

pkk-turkey-nuclear bomb-bomb-matin-mount (3)

Gelo pirsa li vir eve, çawa dibe ku bombeya nûklerê ya taktîkî were teqandin û bi mesafeyeke kêm PKKe bi kamîrayên xwe dîmenên wê bigre?!

Em naxwazin li vir êrîşên dewleta Tirk ya dagîrker li ser xaka Kurdistanê meşrû bidin xweyakirin, lê belê PKKe bi van derewan dixwaze hebûn û berxwedana xwe ya saxte li Başûrê Kurdistanê meşrû bike.

Pustên heman beş