Li gor daxuyaniya pêgeha Dije Terorê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro pêncşemî 25ê tebaxê, 9 mûşek bi binkeya leşkerî ya Zêlkan li navçeya Başîkê ya parêzgeha Neynewayê ketine.
Li gorî agahiyan, mûşek bi derdora baregeha leşkerî ketine û ti zyanên canî çênebûne.
Li gorî agahiyan, mûşek ji kamyoneke KIA di navbera gundên Faziliyê û Kanûne yên li sînorê navçeya Başîkê hatine avêtin.