Erdogan gefa êrişî dubarekir: Dibe ku em şevekê ji nişkêve bên

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê êrişeke nû li Rojavayê Kurdistan û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de got: “Ji bo ewlehiya welatê xwe em dê operasyonên xwe gorî planên xwe bidomînin. Dibe ku em şevekê ji nişkêve bên”.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li navçeya Xelat a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyên Milazgirê bû û li wê derê gotarek pêşkeş kir.

Erdogan gefa xwe ya êrişe li dijî Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dubar kir û got: “Ez cardin ji hemû dinyayê re îlan dikim ku heya em sînorên xwe yên başûr bi korîdoreke 30 kîlomêtro kurahî ewladar nekin, em dev ji têkoşînê bernadin”.

Erdogan diyar kir ku ew operasyonên Tirkiyê li gor plana danîne birêve diçe û got: “Ji bo ewlehiya welatê xwe em dê operasyonên xwe gorî planên xwe bidomînin. Dibe ku em şevekê ji nişkêve werin her derê”.

Pustên heman beş