Li Bane kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li Bane kolberekî din ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a “Hengaw” belav kiriye, duh înê 26ê Tebaxa 2022yan kolberekî Kurd yê bi navê Rêbwar Reşîdî bi teqeya rasterast a hêzên Îranî hat kuştin.

Herwiha ragihandiye, Rêbwar Reşîdî temen 30 salî û xelkê gundê Qulyawa yê ser bi bajarê Bane ye û bavê du zarokan û hevjîna wî jî ducanî ye.

Li gorî amarên Hengaw, di nava 35 rojên borî de, herî kêm 5 kolberên Kurd li navçeya Banê ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin.

Xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejariyê, neçar dibin ku karê kolberiyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di rêyên dijwar re bikin, lê gelek caran jî rastî êrîşên hêzên Îranê tên.

Pustên heman beş