Partiya Karkera 3 zarokên din li Zapê dane kuştin

pkk-zap-kurdistan-turkey-zarok-kurd

Rêxistina PKKê nasnameya 3 zarokên din yên Kurdan eşkere kir ku berîya 44 rojan li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin.

HPGe baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 28\8\2022ê nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir yên ku li 12 tîrmeha îsal 2022 ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û paş derbasbûna 44 rojan ji nûve mirina wan ragihand.

Ev çekdarên PKKê ku nû ketine di temena gêncatiyê de, bi navên Vedat Engîn, Menşûre Mûdîrzade û Beşîr Akbaş, ji Colemêrgê, Kotol û Şirnexê ne.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan wêneyên komên zarokên Kurdan di medyaya xwe de belav dike, ev zarok li salên berê hatine feda kirin û paş derbasûna salan ji nû ve rêxistin tê û dibêje me hevalên xwe wenda kirin.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan, pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên parastina mafên zarokan yên navdewletî hatiye tesbît kirin.

Pustên heman beş