YNKê sîstema hevserokatiyê hilweşand

YNKê sîstema hevserokatiyê hilweşand

Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevserokatiyê hilweşand û Bafil Celal Talebanî wek Serokê YNKê hilbijard.

Encûmena Serkirdatiya YNKê îro ji bo biryardayîna li ser çend pirsên navxwe û dagirtina cihê endamên ku ji nava wê partiyê hatine dûrxistin, li Silêmaniyê civiya.

Piştî civînê de, jêderekî ji K24ê re ragihand, piştî hilweşandina sîstema hevserokatiyê di nava YNKê de, Bafel Talebanî bi dengê 90 endamên Encûmena Serkirdatiyê, wek Serokê YNKê hat hilbijartin.

Roja 21ê Berçileya 2019an, YNKê kongreya xwe çaremîn girê da û endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Encûnema Serkirdatiyê hilbijartin.

Di 18ê Sibata 2020an de jî, Bafil Talebanî û Lahor Cengî jî wek Hevserokê YNKê hatin hilbijartin.

Di 8ê Tîrmeha 2021ê de jî, pirsgirêkên navxweyî di nava YNKê de derketin, piştre jî bi biryara Bafel û Qubad Talebanî, Berpirsê Parastin û Zanyariyan û Rêveberê Hêzên Dijeterorê yên YNKê ji postên wan hatin dûrxistin. Piştre jî di berdewamiya pirsgirêkan de, Lahûr Cengî û çend endamên din ên Encûmena Serkidariya YNKê hatin dûrxistin.

Pustên heman beş