Hêzên Rûsyayê li Girê Miştenûrê yê Kobanê bi cih bûne

Hêzên Rûsyayê li Girê Miştenûrê yê Kobanê bi cih bûne

Yekem car leşkerên Rûsyayê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne û li Girê Miştenûrê baregehek ava kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Girê Miştenûrê yê Kobanê baregehek ava kirine.

Girê Miştenûrê cihekî stratejîk ê Kobanê ye, cara yekemîn e leşkerên Rûsyayê li bajêr bicih dibin.

Ev pêngava Rûsyayê di demekê de ye ku Tirkiyê bi firokeyên bê firokevan êrişî baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Kobanê û Eyn Îsa dike û gefa operasyonên leşkerî dixwe.

Pustên heman beş