Dironke Tirkiyê berpirsekî PKKê di kampa Mexmûrê de kuşt

Dironke Tirkiyê berpirsekî PKKê di kampa Mexmûrê de kuşt

Balafireke dewleta Tirkiyê îro li nuqteyên PKKê yên li kampa Mexmûrê xist û berpirsekî rêxistinê yê bi navê “Ebo Zeyd” hat kuştin.

Îro roja duşemî 29/8/2022ê li saet 12:40 nîvrojê, balafireke bêmirov ya dewleta Tirkiyê li nuqteyeke rêxistina PKKê ya li nava kampa Mexmûrê xist û encamê de berpirsekî rêxistinê yê bi navê “Ebo Zeyd” hat kuştin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, cîhê ku hatiye hedef girtin, bi taxa 4 tê naskirin û baregeheke çekdarên Partiya Karkera lê ye, hemwext mala wî berpirsê PKKê yê ku bi “Ebo Zeyd” tê naskirin, “Ebo Zeyd” li ber deriyê mala xwe hat kuştin.

Medyaya PKKê gotiye ku di êrîşê de kesek sivîl birîndar ketiye.

Di 5ê Tîrmeha îsal de jî droneke Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribû. Herwiha di 21ê Gulana îsal de jî Tirkiyê bi rêya dronekê êrîşî wê kampê kiribû û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Pustên heman beş