Parlamenterê YNKê: Tohmetbariyên PKKê yên sîxuriyê bo Tirkiyê pûç û bêbingeh in

Parlamenterê YNKê: Tohmetbariyên PKKê yên sîxuriyê bo Tirkiyê pûç û bêbingeh in

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xelk û dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê bi wê yekê tohmetbar kir ku canê kadroyên xwe naparêzin û derbarê çalakiyên kadro û endamên xwe de zanyariyan didin dezgehên îstixbarata Tirkiyê.

Lêbelê Parlamenterekî YNKê û Cîgirê Serokê Lijneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku tometbarkirina gel û dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê ji aliyê saziyên ser bi PKKê ve weke sîxur û xayînên Tirkiyê, pûç û bêbingeh in.

Hevserokê Tevgera Azadî komeke ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku navenda wê û xebatên siyasî li Silêmaniyê ye û hin caran bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku di bin navê çalakiyan de jin û mêr ji bo tevlîbûna PKKê amade dikin.

PKK gel û dezgehên ewlekarî yên Silêmaniyê bi kuştina kadroyekî li Kifriyê tohmetbar dike û wan weke xayin bi nav dike û dibêje, zanyariyên îstixbaratî yên derbarê kadroyên wan de ji aliyê xelkê ve hatine dayîn Tirkiyê û canê wan ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve nayê parastin.

Endamê encûmena giştî ya Tevgera Azadî Suhêl Ezîz Xurşed, ku bi navê Mamosta Şemal tê naskirin, roja yekşemê li qeaya Kifrî li ber deriyê mala xwe hat kuştin.

Parlamenterê YNKê û Cîgirê Serokê Lijneya Navxweyî, Asayîş û Encûmenên Herêmî li Parlamentoya Kurdistanê Balanbo Mihemed Elî derbarê kuştina kadroyên PKKê li Silêmaniyê ji (Basnews) re got, çima û çawa hêzên ewlehiyê berpirsê canê serkirdeyên PKKê ne. Ji ber ku pirs ev e: Gelo hêzên asayîşa Silêmaniyê dizanin çend baregeh, serkirde û kadroyên PKKê hene, ji kuderê diçin û karên wan çi ne?

Balanbo Mihemed Elî got: “Di dema ku hêzên asayîşê bi awayekî yasayî û fermî berpirs in ku xwe bi hêzên asayîşê bidin nasîn û navend û cihê wan bi temamî hatiye diyarkirin, lê satelaytên asayîşê nînin ku bizanin PKK li Silêmaniyê li ku derê ye, ji bo parastina wan tevdigerin û dibin hedef.”

Derbarê kuştina kadroyê Tevgera Azadî de jî Balanbo Mihemed Elî got: “Sûcdarkirina destên navxweyî bi kuştina kadroyên Tevgera Azadî ne tiştekî xweş e û divê bi delîlan were axaftin Destekî herêmî heye, çima nayê eşkere kirin ? Yan çima radestî hêzên ewlehiyê nakin?’’

Pustên heman beş