PKKê “Ebo Zeyd” jî bi Tirkiyê firoşt

Balafireke dewleta Tirkiyê du rojan berê êrîşke pir bi dîqet li kampa Mexmûrê encam da û berpirsekî rêxistnê yê bi navê “Ebo Zeyd” kuştin, “Ebo Zeyd” yêk ji wan kesan bû ku îşê PKKê pê qedyayî, ango ew hat tasifye kirin!.

Roja duşemî ya rabûrî 29/8/2022ê li saet 12:40 Nîvrojê, balafireke bêmirov ya dewleta Tirkiyê li li nava kampa Mexmûrê xist û di encamê de berpirsekî rêxistinê yê bi navê “Ebo Zeyd” hat kuştin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, cîhê ku hatiye hedef girtin, bi taxa 4 tê naskirin û mala berpirsê PKKê yê ku bi “Ebo Zeyd” tê naskirin lê ye, “Ebo Zeyd” li ber deriyê mala xwe hat kuştin.

Medyaya PKKê li heman rojê got ku dironên Tirkiyê li kampê xistine û kesek sivîl bi navê “Ebo Zeyd” şehîd ketiye, roja li pey êrîşê ango 30 tebaxê, rêxistinê merasîmek ji bo definkirina “Ebo Zeyd” organîze kir û wêneyên Apo û ala PKKê û KCKê li ser tirba wî danan.

Gelo kê Ebo Zeyd êxbar kir?

Balafirên keşfê yên Tirkiyê roja êrîşa li ser kampê pir bi dîqet mala “Ebo Zeyd” hedef girtin, ango cîhê ku ketiye ber êrîşê xanyek biçûk ê “Ebo Zeyd” lê ye, ew der bi taxa 4 ya kampa Mexmûrê tê nas kirin, kampa Mexmûrê tenê PKKyî lê ne û tu kesek din lê nîne, loma bi îhtîmaleke pir mezin yên ku “Ebo Zeyd” êxbar kirî û kordînatên mala wî bi balaforên keşfê yên Tirkiyê dayîn, her hevrêyên wî yên rêxistonê bin, wate rêxistonê fermana tasifye kirona “Ebo Zeyd” îmze kirbû û tişta ku li 29 tebaxê qewimî cîbcîkirina fermanê bû.

Rêxistina PKKê ji destpêka damezrandina xwe bi dehan berpirs û rêveberên xwe, her wiha bi sedan kadiroyên xwe înfaz kirine, her wexta karê PKKê bi kesekî bi qede, êdî tê înfaz kirin, bi dehan nav û mînak hene, “Ebo Zeyd” jî yêk ji wane yên ku îşê rêxistinê pê qedyayî, ew înfaz kir û piştire bi wê merasîma defnikirinê ya pirrî wêneyên Apo û alayên PKKê, pirobaginda li ser cesedê wî kirin.

Pustên heman beş