Li Dîlokê di kargeheke pêlavan de teqînekê rûda 

Li Dîlokê di kargeheke pêlavan de teqînekê rûda 

 Li navçeya Şehîtkamîl a bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, di kargeheke çêkirina pêlavan de teqînekê rûda, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li bajarê Dîlokê, di kargeheke pêlavan de ji ber sedemeke hêj nediyar, teqînekê rûda û ji ber teqînê welatiyên bi navê Kadîr Arslan (45 salî) û Enes Arslan (24 salî) ku di kargehê de bûn, birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina welatiyên li deverê, ambulans hatin cihê bûyerê û her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yuksel.

Herwuha hat ragihandin ku birîndarê bi navê Enes Arslan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş