PAK: Em êrîşa nîjadperestî ya 6 û 7ê Îlona 1955ê rûreş dikin 

PAK: Em êrîşa nîjadperestî ya 6 û 7ê Îlona 1955ê rûreş dikin 

Di rojên 6 û 7ê Îlona 1955ê de, bi organîzekirina hêzên tarî yên Dewleta Tirkîyeyê û bi destê nijadperestên Tirk ve, li bajarên Stenbolê û Îzmîrê,, li himberî gelên ku nemisilman in(Rûm, Ermenî Yahûdî) qetlîam û êrîşeke nemirovane hate li dar xistin.

Di van 2 rojan de, nijadperestên Tirk, 15 kesên nemisilman kuştin nêzîkî 300 kesî birîndar kirin û tecawuzî bi sedan jinan kirin.

Herweha di van 2 rojan de nijadperestên Tirk 4214 xanî,1004 dikan,73 dêr, sînegogek, 2 manastir, 26 dibistan, gelek qebrîstan, fabrîqe, hotêl, restaûrant û bar jî di nav de, êrîş birin ser 5317 cîh û waran, gelek der şewitandin, talan kirin, xera kirin.

Hêzên tarî û kûr yên Dewleta Tirkîyeyê bi van êrîşên nîjadpersetî, ji alîyekî ve xwestin gelên nemisilman, bi taybetî jî gelê Rûm ji Tirkîyeyê derxîne, rê veke ku ji Tirkîyeyê birevin, herin; ji alîyekî ve jî xwestin dest deynin ser mal û milkên gelên nemisilman da ku sermaye dest biguherîne, bikeve destê Tirkan.

Em di 67emîn salvegera van êrîş û qetlîaman de, hemû hêzên veşartî û yên eşkere yên ku ev êrîş plan kirine û bicîh anîne, rûreş dikin.

6ê Îlon a 2022êBuroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Pustên heman beş