DAIŞê êrişî hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser kir

Asayişa-Rêveberiya-Xweser

Asayişa Rêveberiya Xweser ragihand, duh bi şev di dema birêveçûna operasyonê de li nav kampa Holê, şaneyên DAIŞê êrîşî hêzên wan kirine û di encama şer û pevçûnan de çekdarekî DAIŞê ku cilên jinan li xwe kiribû û hewl dabû bireve, hatiye kuştin û 6 çekdarên din hatine girtin.

Operasyona Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê ku ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser û HSD ve dest pê kiriye, di roja xwe ya 15an de berdewam e û heta niha bi dehan endam û çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê hatine girtin, çendîn tunel hatine dîtin û bi dehan kon jî hatine rakirin ku DAIŞê ji bo karûbarên xwe, cezakirina xelkê bikar dianîn.

Asayişa Rêveberiya Xweser ragihandiye, duh bi şev li nav kampa Holê di navbera hêzên operasyonê û çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê de şer derketiye.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye, şaneyên DAIŞê êrîşî hêzên beşdar di operasyonê de kirine û şer derketiye û di encama şer de “endamekî şaneyên DAIŞê hatiye kuştin, Herwiha 6 endamên DAIŞê hatin girtin ku 2 jê jin bûn”.

Pustên heman beş