Artêşa Îraqê zîndaneke nihênî ya PKKê li Şingalê eşkere dike

شنگال-چلمێران-چیایێ-چلمێران-pkk-iraq-army-shingal-sincar-sinjar-pkk-kurdistan-info

Îstixbarata artêşa Îraqê, zîndaneke nihênî ya PKKê li Çiyayê Şingalê eşkere dike, lê belê ji hêla çekdarên PKKê ve rêgirî li wan tê kirin ku ber bi cîhê zîndanê ve biçin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li devera Şingalê eşkere kirin, îstixbarata artêşa Îraqê karîne zîndaneke nihênî ya rêxistina PKKê, li herêma bi navê “Çilmêran” ya li Çiyayê Şingalê eşkere bikin, lê belê hêjan nikarîne ber bi cîhê zîndanê ve biçin.

Destnîşan kir, îstixbarata artêşa Îraqê agahî bi dest xistin ku zîndan li wê herêmê heye, lê belê wexta fermandarê yêk ji fewcên firqeya 20 xwestî bi erka xwe biçe wê herêmê ji boy pişkinînê, ji hêla çekdarên PKKê ve pêşî lê tê girtin.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kirin ku piştre lîwa rukin Esîr yê fermandarê firqeya 20 bi piştevaniya hêzeke leşkerî û du helîkopteran diçe wî cîhî û li gel hinek çekdarên grêdayî PKKê alozî derdikeve.

Li gorî hinek dîmenan ku ji bo pêgeha me hatine şandin, aloziya di nêvbera fermandarê firqeya 20 û hinek çekdarên Êzdî û Sûrî yên grêdayî PKKê de derdikeve û fermandar ji wan çekdaran re dibêje: “Hûn bi tu awayê pêşiyê li fermandarekî dewleta Îraqê li ser xakeke Îraqî digirin”.

Pirsa li vir tê kirin eve:

Gelo wexta fermandarekî leşkerî yê herî bilind nikare bikeve herêma Çilmêran ya li Çiyayê Şingalê, evca hemwlatiyek Êzdî yê bê çek û hêz wê çawa bikare bikeve warê xwe, yan Êzdiyên ku ev çend salin di kampan de dimînin, wê çawa bikarin vegerin warên xwe?!

Pustên heman beş