Artêşa Tirkiyê li Çelê operasyon dijî PKKê destpêkir

Artêşa Tirkiyê li Çelê operasyon dijî PKKê destpêkir Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên leşkerî yên wî welatî li sînorê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû li dijî PKKê dane destpêkirin. Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Li sînorê parêzgeha Colemêrgê, leşkerên Tirkiyê îro Pêncşembê 15ê Îlona 2022 dest bi operasyoneke nû bi navê “Eren Dorpêç-37” kirin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê destpêkirina operasyona nû aşkere kir û diyar kir ku operasyon li navçeya Çelê ya Colemêrgê tê kirin. Li gor daxuyaniyê, operasyona li Çelê ya li dijî PKKê bi beşdarbûna 610 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û cerdewanan ku ji 38 tîman pêk tê, destpê kiriye. Di roja ewil a operasyonê de hat diyarkirin ku leşkeran li Deşta Xanê depoyeke çek û cebilxane ya PKKê dîtine û dest bi ser de girtine. Têkildarî operasyona li Çelê û destbiserdegirtina depoyeke çek û cebilxaneyê de, PKKê hêj ti daxuyanî nedaye. Zêdeyî salekê ye ku hêzên Tirkiyê bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê operasyonên nû li dijî PKKê destpê kirine.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên leşkerî yên wî welatî li sînorê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû li dijî PKKê dane destpêkirin.

Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Li sînorê parêzgeha Colemêrgê, leşkerên Tirkiyê îro Pêncşembê 15ê Îlona 2022 dest bi operasyoneke nû bi navê “Eren Dorpêç-37” kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê destpêkirina operasyona nû aşkere kir û diyar kir ku operasyon li navçeya Çelê ya Colemêrgê tê kirin.

Li gor daxuyaniyê, operasyona li Çelê ya li dijî PKKê bi beşdarbûna 610 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û cerdewanan ku ji 38 tîman pêk tê, destpê kiriye.

Di roja ewil a operasyonê de hat diyarkirin ku leşkeran li Deşta Xanê depoyeke çek û cebilxane ya PKKê dîtine û dest bi ser de girtine.

Têkildarî operasyona li Çelê û destbiserdegirtina depoyeke çek û cebilxaneyê de, PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.

Zêdeyî salekê ye ku hêzên Tirkiyê bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê operasyonên nû li dijî PKKê destpê kirine.

Pustên heman beş