Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî li xelkê Îranê dikin

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî li xelkê Îranê dikin

Beşek ji çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaza greva giştî ji xelkê Îranê kirin. Di beşeke daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Jîna Emînî yekem qurbaniya siyasetên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî jin û mirovan nîne û ya dawî jî nabe.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Asayîşa cadeyên bajarên me ji bo jinan guncaw nîne û sedema sereke ya tunebûna asayîşê jî hêzên Îrşadê ye.” (Îrşad, hêzeke taybet e ji bo sepandina hîcabê.”

Çalakvan dibêjin: “Komara Îslamî ya Îranê alaya desthilatdariya xwe li ser termê bi sedan û bi hezaran jinên qurbaniyên tundûtûjiya hikûmet û civakê hildaye.”

Çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê amaje bi “bêtaqetbûna îdeolojiya hikûmetê li hember jinên Îranê” daye û ji xelkê Îranê daxwaz kiriye “vê bêdengiyê bişkinîn”.

Piştî ku Jîna Emînî, keça Kurd a xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê polîsê Tehranê bi hinceta pabendnebûna bi hîcabê, hatiye êşkencekirin û duh 16ê Îlona 2022yan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da, ev bûyer rastî nerazîbûneke mezin hat.

Pustên heman beş