Hêzên Tirkiyê gundên Kobanî topbaran dikin

kobani-turkey-bomb

Ji sibeha îro 18ê Îlonê ve, hêzên Tirkiyê gundên Qeremox û Zormixarê yên li rojhilatê Kobanî topbaran dikin.

Gundên Qeremox, Zormixar, Kultep û Koranê yên Kobaniyê ji aliyê Tirkiyê ve tên topbarankirin û di encamê de pêleke koçberiyê ber bi bajarê Kobaniyê ve dest pê kiriye.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji demjimêr 07:30ê serê sibeha îro ve hêzên Tirkiyê gundê Qeremox û Zormixarê yên li rojhilatê Kobanî topbaran dikin, di encam de ciwanek li gundê Qeremoxê birîndar bû.

Destpêka Îlonê jî, li gundewarên rojhilatê Kobanî cotkarekî Kurd li nav zeviya xwe nêzîkê sînorê Tirkiyê bi gulleyên cendirmeyên Tirkiyê hatibû kuştin.

Hêzên Tirkiyê her wiha gundên Til Tewîl, Tewîle û Ebboş li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine lê ti zanyarî li ser zeraran nehatine dayîn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji sibeha îro 18ê Îlonê ve, hêzên Tirkiyê gundên Til Tewîl, Tewîle û Ebboş li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine, lê ti zanyarî li ser zeraran nehatine dayîn.

16ê Îlonê jî, hêzên Tirkiyê gundên Um el-Xêr, Derdare û Tewîle yên navçeya Til Temirê topbaran kiribûn.

Pustên heman beş