Hak-Par kuştina Jîna Emînî bi tundî şermezar dike

Hak-Par kuştina Jîna Emînî bi tundî şermezar dike

Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) derbarê kuştina keça Kurd Mehsa Emînî (Jîna Emînî) ya ji aliyê polîsên Îranê ve civînek çapemeniyê li dar û qetilkirina keça kurd bi tundî şermezar kir.

Rêxistina Bajarê Diyarbekir a Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) bi civîneke çapemeniyê daxuyaniyek derbarê kuştina keça Kurd Mehsa Emînî ya de ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Hak-Parê yê Diyarbekir Vasif Kahraman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku Hak-Par bi tundî rejima paşverû ya mollayan a Îranê şermezar dike. Bal hate kêşan ku Îran bi salane darvekirin, îşeknce û binpêkirinên mafên mirovan pêk tîne û bang li welatên nujen û pêşverû hat kirin ku hember kiryarên hovane yên Îranê helwest nîşan bidin.

Bang li gelê Îranê jî hat kirin ku hember kuştina Mahsa Emînî Bertek nîşan bidin.

Mahsa Emînî ya 22 salî ji bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bû û roja 13ê Îlonê ji bo serdana xizmên xwe li Tehranê bû û di metroyê de bi hêncetê sernegirtî bû ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû binçavkirin û rastî êşekneceyê hatibû û di encamê de jî jiyana xwe ji dest dabû.

Pustên heman beş