Li Rojhilatê Kurdistanê sê welatiyên din ên Kurd hatin kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê sê welatiyên din ên Kurd hatin kuştin

Li bajarên Urmiye, Mehabad û Pîranşar ên Rojhilatê Kurdistanê sê kesên din bi teqeyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê hatin kuştin û Parêzgarê Sineyê jî kuştina sê welatiyên Kurd piştrast kir.

Êvara 20ê Îlona 2022yan, jineke 65 salî ya bi navê Hacer Ebasî ku roja duşemê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê birîndar bûbû, ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Li bajarê Urmiyê teqe li xwepêşanderan hat kirin û di encamê de xortekî 23 salî yê bi navê Ferhad Derwêşî, ji ber ku gulle li serê wî ket, canê xwe ji dest da.

Li bajarê Pîranşar jî, ciwanekî 16 salî yê bi navê Zekeriya Xeyal piştî birîndarbûna bi teqeya rasterast a hêzên çekdar, canê xwe ji dest da.

Parêzgarê Sineyê Îsmaîl Zariî Kûşa, kuştina sê xwepêşnaderan piştrast kir, lê belê got ku ew kes bi çekekî hatine kuştin ku di destê hêzên ewlehiya Îranê de nîne.

Medyaya Îranê jî ragihandiye, li bajarê Kirman a li navenda Îranê, jinek bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hat kuştin.

Mehsa “Jîna“ Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girê nedaye ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û piştî du demjimêran ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata Jîna û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Jîna di bin eşkenceyê de hatiye kuştin. Lê polîs jî dibêje, Jîna ji ber celteya dil canê xwe ji dest daye.

Kuştina Jîna Emînî gelek karvedanên berfireh yên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandan li bajarê Seqizî û çend bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê derketin.

Di xwepêşandanên roja Duşemê 19ê Îlonê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de 4 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn, herwiha zêdetirî 250 kes jî hatin desteserkirin.

Pustên heman beş