“Beşeke ciwanên Kurd roja 25.09.2022yê, li Amedê, di lîstika fûtbolê ya Amedspor û Bûrsasporê da Alaya Kurdistanê hildan û drûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ bilind kirin.
Ji van ciwanên Kurd 5ên wan ji alîyê polîsên Dewleta Tirk ve hatine desteserkirin.Alaya Kurdistanê Alaya gelê Kurdistanê ye û nuha li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê wek Alaya Fermî hatîye qebûl kirin.
Alaya Kurdistanê ji alîyê Dewleta Iraqê û hemû dewletên cîhanê ve jî hatîye qebûl kirin.
Kurdistan jî navê welatê gelê Kurdistanê ye.
Serokomar û wezîrên Dewleta Tirk jî gelek caran di hevdîtinên li gel Rayedarên Herêma Kurdistanê li gel Alaya Kurdistanê wêne kişandine.
Alaya Kurdistanê jî, dirûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ jî 2 nirx û navên meşrû ne, serbilindîya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ne.
Bi tu awayî nayê qebûl kirin ku ciwanên Kurd ji ber hildana Alaya Kurdistanê û ji ber bilind kirina dirûşma ‘’Bijî Kurdistan’’ bêne desteser kirin.Ciwanên Kurd divê demildest bêne berdan.”
26.09.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê