Îranê gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Îranê gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Droneke Îran gundê Mêrge yê li devera Çoman a ser bi Hewlêrê ve bombebaran kir.

Li gor agahiyên Herêmî, droneke artêşa Îranê îro danê sibê gundê Mêrge li devera Çomanê bombebaran kir.

Droneya Îranî nava gund bombebaran kiriye, lê heta niha nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.

Ev di demekê de ye, ev sê roj in navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê topxaneya Îranê ve tê topbarankirin û gelek gundî ji bo selametiya xwe, berê xwe dane navenda nahiya Sîdekanê.

Piştî kuştina Jîna Emînî û bilindbûna hêrsa gel li Îranê li dijî rijêmê û encamdayîna xwepêşandanên nerazîbûnê, rejêma Îranê bi behaneya lêda partiyên dijberî xwe di nava Herêma Kurdistanê de, dest bi bombebaran û êrîşên hewayî kiriye.

Pustên heman beş