Îro droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de Hevserokên Ofîsa Îdareya Girtîgehan Zeyneb Sarûxan û Yilmaz Şêro hatin kuştin.
Medyaya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di encama êrîşa droneke artêşa Tirkiyê de Hevserokên Ofîsa Îdareya Girtîgehan Zeyneb Sarûxan û Yilmaz Şêro hatine kuştin.
Drona artêşa Tirkiyê ev otomobîl li nêzîkî gundê Til Cuman ê ser bi Girkê Legê ve bombebaran kir.
Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.