PKKê û artêşa Tirk amarên nû yên şer eşkere kirin

pkk-turkey-amar-kurdistan-zap-avashin-matin (1)

Her yêk ji rêxistina PKKê û artêşa Tirkiyê amarên nû yên şer eşkere kirin û li gorî wan di 24 saetên derbasbûyî de, 8 esker û 6 Gerîla hatine kuştin.

Li gorî navenda ragihandinê ya HPGê, di 24 saetên derbasbûyî de, li navçeyên Zapê û Avaşîn 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, her wiha got ku di dawiya meha xizîranê de li Herêma Kurdistanê di şerê li dijî artêşa Tirk de 5 Gerîla şehîd bûne.

Ji aliyê din ve, wezareta bergiriyê ya Tirkiyê roja sêşemê 27/9/2022ê ragihand ku li navçeya Zapê di encama êrişa balafirên bêmirov de 6 Gerîla hatine armanc girtin.

Artêşa Tirkiyê 18ê nîsana 2022ê, li Avaşîn, Metîn û Zapê li dijî rêxistina PKKê li Herêma Kurdistanê operasyonek li dar xist.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê dibêje ku 391 Gerîla û 61 leşker hatine kuştin, HPGe jî dibêje 2063 leşkerên Tirk û 116 Gerîla hatin kuştin!!.

Pustên heman beş