Rêxistina PKKê îro nasnameya 5 çekdarên xwe ragihand ku berya 4 mehan li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê da ne kuştin û ji nû ve mirina wan eşkere kir.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê ji duh roja sêşemî 27\9\2022ê ve, nasnameya 5 çekdarên xwe ragihan du jê keç ku li meha xizîrana îsalê li navçeya Zapê ya Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Ev 5 keç û xurtên ku PKKê ew di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirîn, navên Zinar, Semra, Zehra, her wiha Ehmed û Mihemed in û ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê ne.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekiriye.