Amarên qurbaniyên Koye û Pirdê hat ragihandin

Amarên qurbaniyên Koye û Pirdê hat ragihandin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ragihand, di encama êrîşên Îranê de, heta niha 9 kes şehîd bûne û 32 kes jî birîndar bûne.

Dr. Saman Berzincî destnîşan kir jî, tê pêşbînîkirin şehîdên din jî hebin, lê ji ber ku gelek astengî li pêş ambulansan û tîmên hawarhatinê hene, ew nikarin bigihin cihê bûyerê.

Di vê amarê de amaje bi hejmara qurbaniyên êrîşa ser baregehên Komele yên li parêzgeha Silêmaniyê nehatiye kirin.

Îranê îro bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Pustên heman beş