Firokeyên şer yên Tirkiyê devera Biradostê li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kir, li gor zanyariyan jî, cihê hatiye bombebarankirin, baregehên PKKê lê ne.
Îro roja pêncşemiyê 29\9\2022ê firokeyên şer yên Tirkiyê li demjmêr 11:27 Devera Biradostê li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kir, cihê ku hatiye bombebaran kirin, baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê lê hene.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên navçeyê hatine wergirtn, heta niha firokeyên şer yên Tirkiyê li asmanê deverê digerin û bombebaran jî berdewame.
Bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê di demekê deye, îro ji bo roja şeşem li ser hev topxaneya Îranê devera Biradostê topbaran dikin û 3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.