Li gor agahiyan, topxaneyên Komara Îslamîya Îranê Zozanên Barbizînê topbaran dike.
Ji ber topbarana Îranê li Zozanên Barbizînê şewat derket.
Roja 28ê Îlonê, baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Koyê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li derdora Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li nêzîkî Pirdê rastî êrişa hêzên rejîma Îranê hatin.
Piştî çend demjimêran, supayê pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.