Demîrtaş bersiva PKKê dide?

Demîrtaş bersiva PKKê dide?

Êrîşa çekdarên PKKê li Mersînê ji aliyê HDPê û Selahattin Demirtaş ve hatibû şermezarkirin. Demirtaş di daxûyaniya xwe de gotibû: Emê li dijî hemû cureyên şîdetê derkevin. Emê di siyaset a demokratîk de israr bikin. Ez dixwazim hemû aliyek vê yekê baş têbigihin.

Piştî vê HPGê di daxuyanîyekî de li êrîşa Mêrsînê xwedî derketî bû û pesnê vê êrîşê dida. Lê PKK ji peyama Demirtaş û HDPê aciz bibû.

Bi awayekî di daxûyaniya xwe de bala herdu aliyan dikişand û gotibû:” Bila kes ne li bendê be ku milîtanên fedaî yên Apoyî bi rengekî cuda tevbigerin. Yên ku zimandirêjiyê li vê çalakiya bi heybet dikin, beriya her tiştî bila bala xwe bidin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên rejîma qirker faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî hêzên me yên gerîla. Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatparêz ne jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin.”

Selahattin Demirtaş piştî daxûyaniya YPGê li ser hesabê Xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û ev daxûyanî wek bersiva HPGê hate nirxandin.

Demirtaş dibêje:“Îsrara di siyaseta demokratîk û siyaseta aştiyê de ji bo me prensîb in. Divê kes li bendê nebe ku em gavekê paşde bavêjin. Em ê di bin her şert û mercî de prensîbên xwe biparêzin û bi hemû derfetên xwe daxwaza gel a çareseriya demokratîk û aştiyê bînin ziman. Em ê faşîzmê tune bikin û teqez bi ser bikevin.”

Pustên heman beş