Barekî din ê maddeyê hişber yê PKKê hat girtin

pkk-drugs-kck-syria-rojava-kurdistan-iraq-army (1)

Barekî din ê maddeyê hişber yê PKKê li sînorî hat girtin ku rêxistinê hewl dida ji Rojava Kurdistanê derbasî Şingalê bike.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, êvara duh roja şemî 1\10\2022ê girûpekî grêdayî PKKê ku çanteyeke pirî maddeyê hişber pê re bû, hewl dida ji Rojava Kurdistanê derbasî Şingalê bikin, ketin kemînê û ev hewl rastî şkestinê hat.

Dest nîşan kir, ev girûpa PKKê li saet 5 êvara duh hewl da ji navçeyên sînorê lîwaya 19 ya artêşa Îraqê ku dikeve himberî gundê bi navê “Bir Qasim” yê grêdayî navçeya Sinûnê ser bi Şengalê ve, derbasî Şingalê bibe.

Artêşa Îraqê cîhê vê girûpa PKKê bi kamîrayên teqîbê eşkere kir û piştire gulle berdanê.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kirin, ev girûpa PKKê ji hêla kesekî bi navê “Ehmed Mela” ve dihat birêvebirin ku ev kes weke qaçaxçiyê maddeyê hişberê ji boy PKKê di xebite.

Artêşa Îraqê paş ku gulle berdane vê girûpê, ew reviyan û çantaya xwe ya maddeyê hişberê li wir bi cîh hiştin, piştre pasewanên sînor çûne cîhê ku teqe lê hatiye kirin û çantaya maddeyê hişberê li wir dîtin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, pasewanên sînor dest danî ye ser wê çantayê û li gorî wan maddeyekê reng sipî tê de bû û paş ku pişkinîn bo hatiye kirin, derket ew madde corekê hişberê yê bi navê Kirêstale.

Hêjay gotinê ye, maddeyê hişberê weke çavkanya sereke ya dahata rêxistina PKKê tê hesab kirin, raporên saziyên Yekêtîya Ewropayê tesbît kiriye ku PKKe salane nêzî 3.5 Milyar dolaran ji maddeyê hişberê bi dest têxe.

Pustên heman beş