Hamîd Gewherî: Hêzeke PKKê ji bo serkutkirina xwepêşanderan çûye Rojhilatê Kurdistanê

Hamîd Gewherî: Hêzeke PKKê ji bo serkutkirina xwepêşanderan çûye Rojhilatê Kurdistanê

Nivîskar û çavdêrê siyasî Hamîd Gewherî aşkera kir, hêzeke PKKê ya ku 2 kes fermandariya wê dikin bi armanca alîkariya hêzên Îranê û ji bo serkutkirina xwepêşanderan çûne Rojhilatê Kurdistanê.

Hamîd Gewherî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzeke PKKê bi fermandariya Heval Egîd û Metîn Dersîmî ve, ji bo alîkariya hêzên ewlehiya Îranê ji Îranê re hatine veguhestin û ew beşdarî xwepêşandanên dijî Îranê nabin, berevajî wê ew hêze taybet ji bo serkutkirina xwepêşandanan çûne wê deverê û nav Rojhilatê Kurdistanê ne û erke wan grubên Îranê yên wek Hizbullah a Lubnan û Heşdî Şeibî cîhbicîh dikin. Heta naha ew hêz neketine nav xelkê, lê hêzeke PKKê ya bi fermandariya wan herdu kesan çûye û PKKê bixwe jî ew yek red nekiriye.’’

Gewherî got: ‘’PKKê xwe li pêşandanên li Îranê dûr girtiye û Îranê jî PJAK li wî sînorî parastiye.’’ Û got: ‘’Duh bi şev xelk bi cilên Pêşmerge ve şandine ser malên xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, ku wêneyên Pêşmergeyên wan partiyên Rojhilat di hizra xelkê de berewajî bikin.’’

Pustên heman beş