Tirkiyê kuştina 30 çekdarên PKKê ragihand

pkk-ypg-turkey-rojava-kurd-kurdistan-asos-air-attack-2

Dewleta Tirk bîlançoya şer ragihand û li gorî wê, herî kêm 30 çekdarên girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê li Başûrê û Rojava Kurdistanê hatine kuştin.

Wezareta berevanî ya Tirkiyê roja yekşemê 2/10/2022ê got ku di du operasyonên cuda de li Îraqê û Sûryê nêzîkî 30 endamên Partîya Karkerên Kurdistanê hatine bêbandor kirin, dewleta Tirk bi gelemperî peyva “Bêbandor kirin” ji boy “kuştinê” bi kar tîne.

Wezaretê ragihand, 23 endamên PKKê li roja 27 îlona îsalê bi êrîşên hewayî li devera Asûsê ya li Başûrê Kurdistanê hedef hatine girtin.

Artêşa Tirkiyê ji nîveka meha nîsanê ve operasyonan li dijî cihên PKKê li başûrê kurdistanê encam dide û gefa êrîşeka hevdema mezin li dijî çekdarên PKK li Rojava Kurdistanê jî dike da ku li ser sînorê xwe ê başûrê devereka ewlehîyê bi kûrahîya 30 km dabimezrîne.

Pustên heman beş