Grûpên çekdar li Efrînê du keçên Kurd revandin

Grûpên çekdar li Efrînê du keçên Kurd revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 keçên Kurd ji gundê Mîrkan yê ser bi Mabeta revandin.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji Kurdistan24ê re ragihand, îstixbarata Tirkiyê û grûpên çekdar du keçên Kurd ên bi navê Mîdya Fethî Cidî ya 39 salî û Lîna Fethî Cidî ya 37 salî ji gundê Mîrkan yê Mabeta yê ser bi herêma Efrînê, bi tohmeta pêwendiya wan a berê ya bi Rêveberiya Xweser re revandine.

Li gor heman çavkaniyê, beriya revandina herdu xwişkan, bavê wan Fethî Cindî ku temenê 55 salî ye, ji aliyê heman grûpan ve hatibû girtin û piştî rojekê ji standina pereyan ji malbata wî, hatibû berdan.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve bi armanca ku Kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin yan jî pere, fidye û bacan ji wan bistînin, welatiyan direvînin û êşkence didin.

Pustên heman beş