“Ez li ser karê xwe me”

“Ez li ser karê xwe me”

Dilşah Ercan a ku tê îdiakirin di êrîşa li ser mala polîsan a li Mêrsînê de jiyana xwe ji dest da ye, daxuyaniyeke vîdeoyê weşand û got, “Ez li ser karê xwe me.”

Yek ji kesên ku di 26ê îlonê de li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê li ber avahiya Polîsan çalakiya ku PKKê kirî de bo mijara gotubêjan.

Piştî bûyerê yekser Wezareta Karên Navxwe ragihand ku yek ji êrîşkaran Dilşah Ercan bi navê kod “Zozan Tolan” e. Lê belê di daxuyaniyê de derbarê çavkaniya vê îdiayê de ti agahî nehatin dayîn.

Dema hat fêhmkirin ku navê Dilşah Ercan di rapora “Rojnamegerên girtî” ya di sala 2012’an de ji aliyê CHP’ê ve hatiye weşandin de cih girtiye, beşek ji çapemeniyê û siyasetmedaran rexneyên tund li CHPê kirin.

PKKê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Dilşah Ercan ne di êrîşê de cih girtiye û ev çalakî ji aliyê Dilara Ûrper û Emel Feremez Hisên ve hatiye kirin.

Li ser vê yekê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hikûmet bi derewa ji bo daxûyaniya wezîrê Navxwe ve hatî kirin tohmetbar kir û xwest rapora DNA ya êrîşkara bê eşkerekirin.

Wezîrê Navxwe Soylu jî bertek nîşanî Kiliçdaroglu da û diyar kir ku navê Dilşah Ercan bi nasnameya şofêrê taksiyê yê ku ew anîbû cihê bûyerê derketiye holê û di lêkolîna şopa tiliyan de jî hevberî heye.

Îro (3ê Cotmehê) ANF News ku yek ji organên çapemeniyê yê PKK’ê ye, daxuyaniyeke vîdyo ya Dilşah Ercan weşand.

Di dîmen de Ercan anî ziman ku berê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê ketibû girtîgehê û piştî ji girtîgehê derket baweriya xwe ya bi têkoşîna demokratîk winda kir û berê xwe da çiyê.

Dilşah Ercan got, “Rêxistina me beriya niha daxuyaniya pêwîst dabû. Ez li ser karê xwe me, “

Pustên heman beş