Jina ku îro li navenda bajarê Silêmaniyê, di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin, yêk ji endamên Tevgera Jinan ya rêxistina PKKê bû.
Îro roja sêşemî 4/10/2022ê li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê, endama Tevgera Jinan ya PKKê ya bi navê “Nagîhan Akarsel” û kodnavê “Zîlan” rastî êrîşeka çekdarî hat û bi 4 gulleyan jiyana xwe ji dest da.
Termê Nagîhanê ji boy pizîşkiya dad a Silêmaniyê hatiye birin û lêkolîn derbarê vê êrîşê de hatiye dest pê kirin.
Rêxistina PKKê derbarê êrîşê careke din tohmetên bêexlaqane avêtin û got ku “tifaqa AKPê û MHPê bi alîkariya PDKê”, endama navenda lêkolînê ya jinûlojiyê “Nagîhan Akarsel” kuştine, ev yêk li demekî ye, tenê di du salên rabûrî de herî kêm 8 berpirs û fermandarên payebilind ên rêxistina PKKê li Silêmaniyê hatine tesfiye kirin.
Her dema PKKe kadiroyek xwe tesfiye dike, zemînesaziyê ji boy bûyerê çêdike û senaryoyên mukim dadrêje, paş ku tesfiye tê encam dayîn, ewl xala senaryoya PKKê eve: “Tifaqa AKPê – MHPê bi alîkariya PDKê” ev qetil encam daye, PKKe rojên ewl yên senaryoyê wisa derbas dike.
Lêbelê weke diyar Silêmanî bi “Zona Kesk” Zona YNKê tê hesab kirin wate YNKe tê de bala deste, bi gotinek din PDKê yêk polîs jî li vî bajarî nîne, loma li vir du ihtîmal hene:
1- Yan PKKê ev kadiroya xwe tesfiye kiriye û dixwaze proagandayê bike û rojevekê çêbike.
2- Yan jî PKKê Akarsel nekuştiye.
Loma heger PKKê ew nekuştiye, bila ji dostên xwe yên YNKê bipirse kanê berpirsa wan “Akarsel” çima û çawa di navenda Silêmaniyê de hatiye kuştin?!.
Zîlan kî ye?
Li gorî PKKê jina ku li Silêmaniyê hatiye kuştin, “Aktîvîst, endama navenda lekolînê ya jinûlojiyê, çalakvan û medyakar û her wiha parêzvana mafên jinê” bû, lê diyar bû ku ew berpirseka tevgera jinan a PKKê bû bi kodnavê “Zîlan”.
Li gorî agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, Nagîhan Akarsel ji Kurdên Konyayê ye, li sala 1999 ê tevlî PKKê bûbû, li Yewnanistanê xwend û piştire bo Tirkiyê tê şandin.
Akarsel li sala 2001 ê ji ber endametiya PKKê hat girtin û heya 2004ê di zîndanê de mabû, piştre careke din tevlî çalakiyên PKKê yên li Tirkiyê bû, piştre Akarsel di kordînasyona Tirkiyê ya PKKê de cih girt.
Piştî pêvajoyên li Tirkiyê Akarsel hat Silêmaniyê û li vir dîsa tevlî çalakiyên PKKê bû, her çiqas weke kesayetekî sivîl derdikeve pêş jî, lê ev wê rastiyê naveşêre ku Akarsel PKKyî ye.
Akarsel ku ne berpirseka siyasî ya çalak e, nayê zanîn çima hatiye hedefgirtin, her wiha heta niha nayê zanîn kesên ku Akarsel gullebaran kirîn kî ne.