YNKe hewla xurtkirina pêwendiyên xwe bi Esaib Ehlulheq re dike

puk-ehlulhaq-zumar-naynawa-info

Partiya Yekêtiya Niştîmaniya Kurdistanê, li rojên dawî ketiye nava liv û tevgerê ji boy xurtkirina pêwendiyên xwe bi rêxistin û girûpên Şîe yên tundrew yên Îraqê re û hevdîtin bi grûpa Esaib Ehlulheq, encam daye.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, kadroyên YNKê li navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, dest bi liv û tevgerê ji boy xurtkirina pêwendiyên partiya xwe bi grûpên Şîe yên tundrew yên Îraqê re kirine, li pêşiya wan grûpa Esaib Ehlulheq ya ku Qeys Xezelî rêberatiya wê dike.

Çavkaniyên “Darka Mazî” destnîşan kir, kesê bi navê lîwa Deham ku cêhgirê melbena 7 ya YNKê ye li Mûsilê, li roja 13 îlona îsal 2022ê bi hevalêtiya berpirsên komîteyên YNKê li rojava Mûsilê serdanek birine ofîsa grûpa Esaib Ehlulheq ya li qezaya Tileferê.

Her yêk ji kesên bi navê “Hanî” ku berpirsê komîteya YNKê ye li Tileferê û “Omer” berpirsê komîteya YNKê yê Zumarê û her wiha berpirsê komîta partiyê yê komelgeha Birdiye û hejmareke kadroyên YNKê, bi lîwa Deham re serdana ofîsa Ehlulheq ya li Tileferê kirine.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” ku dîmenên vê civînê jî bi dest xistine, eşkere kirin ku şanda YNKê nîqaşa xurtkirina pêwendîyan bi berpirsê ofîsa Tileferê yê Esaib Ehlulheq kirine.

Pustên heman beş