Berpirsê Komîteya Tendirustiyê ya PKKê li çiyayê Garê hat kuştin

Berpirsê Komîteya Tendirustiyê ya PKKê li çiyayê Garê hat kuştin

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, Berpirsê Komîteya Tendirustiyê ya PKKê Kendal Pirsûs di operasyoneke MÎTê de li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê hatiye kuştin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, Berpirsê Komîteya Tendirustiyê ya PKKê Kendal Pirsûs (Okkeş Deverî) li çiyayê Garê di operasyoneke MÎTê de hatiye kuştin.

Diyar kir jî, di wê operasyonê de, parêzvanê wî Kayhan Kartal (Kemal Pîr) jî hatiye kuştin.

Hat ragihandin, Deverî di sala 2010’an de tevlî PKKê bûye û Qendîlê, herêmên Zap û Metîna xebatên xwe dewam kir. Di sala 2021ê de jî wek Berpirsê Komîteya Tendirustiyê ya PKKê li Garê hatiye erkdarkirin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, MÎT’ê bi operasyonên xwe yên li derveyî welat derbeyeke mezin li PKKa daye. Gelek rêveberên payebilind ên wê rêxistinê di operasyonên wê hatine bêbandorkirin. Di 7 mehên destpêkê yên 2022an de, di 20 operasyonan de 13 kes hatine kuştin û 8 kes jî bi saxî hatine desteserkirin.

Pustên heman beş