Di ser qetilkirina Xazî Salih Alîxan re 2 sal derbas bûn, kujer diyar in: Rêveberiya PKK ê

Di ser qetilkirina Xazî Salih Alîxan re 2 sal derbas bûn, kujer diyar in: Rêveberiya PKK ê

Kuştina Gazî Salih Alîxan ne bûyereke ku kiryarê wê ne diyar e. Berpirsiyarê qetilkirina Gazî Salih Alîxan tê zanîn. Xazî Salih Alîxan bi fermana rêveberê PKK ê Mirat Qarayilan, hate şehîd kirin. Mirat Qarayilan kuştina Gazî Salih Alîxan rasterast pejirand. Ya rastî ev cînayet bi fermana Qarayilan lê bi biryara serkirdeyên KCK ê yên weke Cemîl Bayik ve jî hat pejirandin.

Plansaziya konkret a fermana kuştina Karayilan ji aliyê fermandarê Metîna yê wê demê Piling Suruç ve hatiye dayîn.

Kujer Piling Cizîr û Cesûr Roboskî bûn.

Yên ku dîroka PKK ê ya rastîn nizanin wê nizanibin kê gule li Xazî Alîxan reşandin e.

Hin Kurdistaniyên Başûr ku rûyê rastîn ê dîroka PKK ê nas nedikirin, nedixwestin bawer bikin ku Xazî Salih Alîxan ji aliyê PKK ê ve hatiye terorkirin. Ji ber ku Xazî Salih Alîxan ne ajan bû, ne karê tirkan dikir, ne ziyan da bû gerîla, ne jî mudaxeleyî kesî kiribû, di 47 saliya xwe de 33 salan pêşmergetî kiribû. Kesên ku PKK ê nas nedikirin, digotin ma çima PKK Xazî Salih Alîxan bikuje.

Yên ku PKK ê ji ekranên Stêrk TV û Ronahî TV nas dikin, difikirin ku jiyana di nav PKK ê de mîna rastîya ekranên televîzyonê ye. Lê belê PKK ya di medyayê de tu eleqe bi rastîya PKK ê re nîne.  Kadroyên PKK ê yên di klîban de porê xwe şedikin bi pez kovî yan re dibezin û govendê digêrînin PKK wan weke qatil bikartîne.

Kadroyên di wan klîban ruken dîmenan didin û li ser Facebookê parve dikin, paşê diçin li ber çavê zarokê pênc salî bavê wan dikujin. Xazî Salih Alîxan li ber çavê kurê xwe yê 19 salî Hejî û çar keçên wî yên herî biçûk 5 salî Hêlîn, Solîn, Lorîn û Serîn hat qetilkirin. PKK zarokên kurdan yên ku berê xwe didin Kurdistanê dike qatilên kurdan. Li ber çavên zarokên wan kurdan dikuje. Weke ku Tirkiye, Îran, Sûriye û Seddam li kurdan dikir.

Divê êdî ev rûyê PKK ê bê dîtin

PKK tevgereke ku ji bo xwe jiyan bike, çi ji destê wan tê, bê udilî dike û tu prensîb û rêgezên wê yên hevçerx nîn e. PKK ê ji bo hebûna xwe qet dudilî nekiriye ku kadroyên xwe jî bikuje.

Ji Heqî Qerer heta niha zincîra cînayetan

Dîroka PKK ê dîroka kuştin û qirkirinê ye. Evdila Ocelan bêteredût hevalê xwe yê herî baş û yek ji damezrînerên yekem ên PKK ê Heqî Qerar ji ber rexnegerî da kuştin. Lê wek her carê PKK ew kuştin veşart û got, ajanên dewleta tirk ew kuştîye.

PKK çi cînayetên ku kirî qebûl nake, ji bo her yekê senaryoyekê dinivîse. Dema ku Gazî Salih Alîxan hat kuştin, pêşî PKK bêdeng ma û piştre got ku me ew nekuştîye. Lê binve binve belav kir ku dewleta Tirk ew kuştiye. Lê belê malbat û hevalên wî diyar kirin ku ew ji aliyê PKK ê ve hatîye terorkirin.

Lê dema ku fermandarê PKK ê Ozgûr Jîyanda yê (Înan ) ku ji HPG ê, şaxê leşkerî yê PKK ê veqetiyabûy axivî, rastiya herî girîng derket holê. Ger ew nehatiba û rastî negotiba jî kesên ku dîroka PKK ê dizanin dikarîn fêm bikin ku Xazî ji aliyê PKK ê ve hatye şehîd kirin. Ji ber ku dîroka PKK ê bi kuştinên bi dehan kesên mîna Gazî ve tije ye.

Rewşenbîrên kurd li dijî vê cînayeta dirinde bêdeng man

Rewşenbîrên Kurdistanî li hember qetilkirina Gazî Salih Alîxan a berteka dihate xwestin nîşan neda. Bi taybetî rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û navdarên herêmê li hemberî bûyerê bêdeng man. Şîreta me li van kesan ew e ku careke din li dîroka PKK ê binêrin. Tu çiqas bêdeng bimînî, PKK ewqas êrîşkar û tûndrew dibe. Ji bo vê jî ji bo bîranîna Xazî bê parastin û her kes doza paşerojê misoger bike, divê ev kuştin û kiryarên din ên bêperwa yên PKK ê bên eşkerekirin.

Dema Gazî hat kuştin keça wî ya biçûk Serîn 5 salî bû. Serîn niha 8 salî ye. Diçe dibistanê. Lê bêriya milê bavê xwe dike. Ji bîr nake ku bavê wê li ber çavên wê çawa ket erdê. Kujerên ku bûne sedema vê êşa Serînê diyar in. Kujer rêveberiya PKK ê ye. Navên wek Qarayilan û Bayik ev cînayet pejirandin biryar dan û bi zarokên kurd jî da encamdayîn. PKK şibaka terorê ya navxweyî ye.

Pustên heman beş