Hevserokên HDP û DBPê yên Diyarbekirê hatin binçavkirin

Hevserokên HDP û DBPê yên Diyarbekirê hatin binçavkirin

Hevserokên HDPê yên Diyarbekir Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy, Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun jî di nav de hejmarek kes hatin binçavkirin.

Îro, 24emîn salvegera derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyê, li bajarên Wan, Cizîra Botan û Diyarbekirê hatin şermezarkirin.

Îro bi boneya salvegera derxistina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê, li Diyarbekirê meşek hat lidarxistin, lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi hinceta ku “bê destûr e” destêwerdan kir û alozî derket.

Di encamê de Hevserokên HDPê yên Diyarbekir Zeyad Ceylan û Gulîstan Atasoy, Hevserokê DBPê yê Diyarbekirê Hayrettîn Altun jî di nav de hejmarek kes hatin binçavkirin.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hikûmeta Sûriyeyê bi zextên Tirkiyeyê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxist. Ocalan di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê ji aliyê Tirkiyê ve hat girtin.

HDP’ê Ocalan weke danûstandkarê sereke yê pirsgirêka Kurd bi nav dike û bang li hikûmetê dike ku tecrîda li ser wî rakin.

Her wiha HDP’ê bi vê boneyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tecrîdeke mezin û tund li ser Ocalan heye, ev yek jî rê li ber aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd digire.

Pustên heman beş