Hêzên Tirkiyê xaleke serbazî li Çiyayê Kurdan çêkirin

Hêzên Tirkiyê xaleke serbazî li Çiyayê Kurdan çêkirin

Hêzên Tirkiyê li eniya Kibanê yê Çiyayê Kurdan ku dikeve nav herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê li bakurê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê xaleke serbazî çêkirin, da ku çavdêriya Rêya Navdewletî M4 a di navbera Heleb-Laziqiyê de bike.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja Yekşemê 9ê Cotmeha 2022an hêzên Tirkiyê li eniya Kibanê li Çiyayê Kurdan li bakurê bajarê Laziqiyê yê Sûriyê xaleke serbazî çêkirin, da ku çavdêriya Rêya Navdewletî M4 a di navbera Heleb-Laziqiyê de bikin.

Hat diyarkirin ku ew xala serbazî bi armanca bi hev girêdana xalên serbazî yên Tirkiyê li bajarê Erîha, Deşta Xabê û Çiyayê Zawiyê li rojavayê Idlibê li gel eniya şer a Kibanê li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê hatiye danîn.

Di sala borî de jî, hêzên Tirkiyê xaleke serbazî li gundê Zeytûne li Çiyayê Turkmenan û xaleke serbazî li gundê Hidade li Çiyayê Kurda li bakurê Laziqiyê çêkiribûn.

Pustên heman beş