Hêzên sepandî li Kerkûkê destbi lêgerîn û kontrola malên li taxeke kurdan kirine û hemwelatiyên wê taxê jî nîgeran in.
Li gor zanyariyên BasNewsê şeva borî heta vê sibehê îro 11.10.2022yê hêzên sepandî yên li Kerkûkê dest bi lêgerîn û kontrola malên li taxa Kurdistan (Feyleq) a bajarê Kerkûkê kirine û çend tîmên wan jî li nav taxê hatine danîn û hêzên leşkerî li çend cîheke giiştî jî hatine belav kirin.’’
Hemwelatiyên taxê jî ji ber awayê lêgerînên li malên wan û hatina wê hêza leşkerî bo taxa xwe nîgeran in.
Hêzên sepandî di bin navê lêgerîn û destdanîna ser çek û girtina tometbaran de davêjin ser taxên kurdan ên li Kerkûkê, lê ji aliyê din ve tevgera DAIŞê û kiryarên tundiyê zêdetir li navçeyên ku rûniştvanên wê erebin pêktên.