PKKê nasnameya du fermandarên xwe eşkere kirin

Bedreddîn Amanos-pkk-ocalan (2)

Rêxistina PKKê nasnameya du fermandarên baskê xwe yê leşkerî HPGê eşkere kir ku du salan berê hatine kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja yekşemî 16/10/2022ê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir, herdu fermandarên wê ên bi navê Îbrahîm Şengul û kodnavê Bedreddîn Amanos, her wiha Îsmaîl Erbay bi kodnavê Aydin Amanos jiyana xwe ji dest da ne.

Destnîşan kir, ev herdu fermandarên wê li 17 cotmeha 2020ê li çiyayên Amanosê di êrîşeke dewleta Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da ne.

Hêjay gotinê ye, di du salên rabûrî de, rêxistina PKKê dehan fermandarên xwe di êrîşên hewayî yên Tirkiyê de ji dest da ne, yêk ji wan Bedreddîn Amanos e yê ku li l sala 1993 ê tevlî rêxistinê bûbû.

Pustên heman beş