Xuşka xwe ji dest Ciwanên Şoreşger rizgar kir, lê ew bi xwe bû qurbanî

Xuşka xwe ji dest Ciwanên Şoreşger rizgar kir, lê ew bi xwe bû qurbanî

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, dema çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK ê ve li Rojava Kurdistanê dixwest keçekê birevin in, birayê keçikê mudaxele kiriye û xuşka xwe ji dest wan çeteyan rizgar kiriye, lê pişt re ew bi xwe bûye qurbanî.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, li roja 29/9/2022an Ciwanên Şoreşger yên ser bi PKK ê ve hewl daye keçeke 14 salî ya bi navê “Dîcle Elî Ebrûş” ku şêniya gundê Til Şîrê yê ser bi bajarokê Kobanê ye birvînin, lêbelê, birayê wê yê bi navê Bengîn mudaxele kir û xuşka xwe ji dest wan rizgar kir.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, piştî ku Bengîn xuşka xwe ji destên Ciwanên Şoreşger rizgar kirî, hêzeke ser bi YPG ê li roja 30/9/2022an çûn ser mala wan û Bengîn desteser kir û wî veguhastin navenda Dije Terora YPG ê ya li bajarê Kobanê û ew îşkence kir, ji ber îşkenceya giran ya li Bengîn hatî kirin, li roja 1/10/2022an anku piştî rojekî canê xwe ji dest daye.

Ciwanên Şoreşger rêxistineke ser bi PKK ê ye li Rojava Kurdistanê, erka wê ya sereke revandin û çekdarkirina ciwanên Kurd yên di bin 18 saliyê û şandina wan bo Qendîlê ye.

Pustên heman beş