Bajarên Rojhilata Kurdistanê di çileya şehadeta Jîna Emînî de di girevê da ne

Mahsa Amini

Îro Çarşemî 26/10/2022, hevdem bi çileya şehadeta “Jîna Emînî” tevî zextên rejîma Îranê û girtina rêyên sereke, girseya gel a zêde li ser gora “Jîna” li goristana Eyçî ya bajarê Seqzê kom bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê li piraniya zanîngehên mezin xwepêşandan û dirûşmên li dijî Xamineyî û rejîma Tehranê hatin lidarxistin.

Di berdewamiya serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Tehranê, gelek xelkên navçeyên cuda yên Rojhilat li bajarê Seqizê, bajarê Jîna Emînî, kom bûn û beşdarî ser gora wê keça Kurd a li Tehranê şehîd bûbû kirin û nerazîbûna xwe ji rejîma Tehranê nîşan dan û daxwaza rûxandina Komara Îslamî û azadkirina Kurdistanê ji dagîrkeriya faşîst kirin.

Beşek ji dirûşmên gelê Rojhilat li ser gora Jîna bi tevahî netewî û azadîxwazî ​​bûn û dirûşm wisa bûn:

 “Kurdistan, Kurdistan goristana faşîstan”

“Heta Kurd hebe, Kurdistan wê bimîne”

“Jiyan, Azadî”

“Em rejîma Îslamî naxwazin”

“Îsal sala xwînê ye, Seyîd Elî [Xamineyî] wê binkeve”

Girseya gel a zêde li ser gora Jînê kom bûn di demekê de ku rejîma Tehranê bi hemû hêza xwe rê li ber beşdarbûna xelkê li ser gora wê di çileya terorkirina wê de digirt. Lê belê komployên rejîmê ji îradeya gelê Kurd ê bindest gelek lawaztir bûn û beşek ji girseya gel bi peyatî, bi rêya çiyayan û derbaskirina çem gihîştin gora Jîna Emînî.

Ji xeynî xelkê bajarên rojhilat, duh hejmarek kes û kesayetiyên Îranê bi mebesta beşdariya di merasima şîna Jîna Emînî de û nerazîbûna xwe ji rejîmê nîşan dabûn, duh gihêştin Seqizê. ji aliyê xelkê Seqizê ve hatin birin. Elî Dayî yek ji wan kesên naskirî bû ku bi mebesta beşdariya di rêwresma 40 saliya koça dawî de çûbû Seqizê û li hotêla Kurd a wî bajarî de mabû û hatibû girtin û bo cihekî nediyar birin.

Ji bo şermezarkirina rejîma Îranê îro li bajarên Sine, Mehabad, Merîwan, Kamran, Seqiz, Bokan, Bana, Ciwanro û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê gireva giştî ya gel hat lidarxistin.

Girev û merasîma îro ji aliyê komên jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û rêxistinên siyasî û sivîl ên dijberê rejîma Îslamî ya Îranê ve hat lidarxistin.

Pêştir Rêxistina Mafên Mirovan (Hangaw) ragihandibû ku ji aliyê pasdarên Îranê ve zext li malbata Jîna Emînî hatiye kirin ku merasîma cenazeyê keça xwe nekin û birayê Jîna yê jî Aşkan hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku parêzgarê Sine şeva buhurî ragihand ku ji ber belavbûna nexweşiya grîpê roja Çarşemê hemû zanîngeh û xwendingehên parêzgehê girtî ne.

Hevdem, îro xelkê hinek bajarên Îranê bi girtina dikan û bazaran dest bi girevê kirin û li piraniya zanîngehên mezin ên Îranê, bi çalakiyên nerazîbûnê û bilindkirina siloganan li dijî rejîma Îranê, çileya “Jînayê” pîroz kirin û daxwaza rûxandina rejîma Îslamî kirin.

Pustên heman beş