Mîrê Kurdên Êzidî serdana Şingalê kir

ezidi-mir-hazim-tahsin-shingal-sinjar

Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê bo yekemîn car piştî hilbijartina wî weke Mîrê Êzidiyan, îro bi serdanekê çû Şingalê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, karwana Mîrê Kurdên Êzidî îro ber bi Şingalê ve birêket û dê li Şingalê serdana çend cihan bike û hin hevdîtinan bi xelkê û kesayetên Êzidî yên deverê re pêk bîne.

Karwana otomobîlên Mîrê Kurdên Êzidî û şanda pê re di bin parastina Hêzên Pêşmerge de derbasî Şingalê bû.

Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re li gundê Til Qeseb li başûrê Şingalê ji aliyê xelkê û kesayetên Kurdên Êzidî ve hatin pêşwazîkirin.

Kurê Mîr Hazim, Emîr Hazim îro Pêncşembê 27 Cotmeha 2022an ragihand, “Mîr Hazim îro ber bi Şingalê ve birêket û dê serdana gundê Koço bike, li wê derê dê merasimeke olî li ser goristana qurbaniyên cenosîdê yên gundê Koço bê lidarxistin, paşê dê serdana çend kesayetên Şingalê bike”.

Li Şingalê ji bo pêşwazîkirina Mîrê Kurdên Êzidî amadekarî hatine kirin û Mîr Hazim dê bi hejmarek kesayetên deverê re hevdîtinan bike.

Mîr Hazim Tehsîn Beg piştî koça dawî ya bavê xwe Tehsîn Beg, di Şibata 2019an de wek Mîrê Êzidiyên li Kurdistanê û cîhanê hatibû destnîşankirin. Ji wê demê ve ev cara yekemîn e ku serdana Şingalê dike.

Pustên heman beş