Xwepêşanderan dest danî ser Qaymeqamtî û çend baregehên rejîma Îranê yên li Mehabadê

Xwepêşanderan dest danî ser Qaymeqamtî û çend baregehên rejîma Îranê yên li Mehabadê

Di berdewamiya serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Tehranê de, li bajarê Mehabad ê ser bi parêzgeha Ormîyê gel dest danî ser qaymeqamtî, Şaredarî, Komîteya Alîkariyê, Darayî, Navenda Polîsê 11, Navendên Besîc û çend Bankên rejîmê.

Ji bo tolhildana şehîd kirina Îsmaîl Mewlûdî, naskirî bi Simko, ku roja Çarşemî di 40emîn roja kuştina Jîna Emînî de bi teqeya rasterast a çekdarên ser bi rejêma Îranê hat kuştin, girseya serhildanê yên Mehabadê êrîşî çend saziyên rejîmê li wî bajarî kirin û şewtandin.

Pêştir Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragihandibû ku di serhildana şeva borîya Mehabad û Sine de herî kêm 2 welatiyên bi navê Îsmaîl Mewlûdî û Mihemed Şerîetî bi teqeya rasterasta çekdarên ser bi rejêma Îranê ve hatine kuştin.

Hengaw ragihand, li dema xwepêşandana şeva Çarşemî, 26/10/2022an li bajarê Sine, ciwanekî 21 salî bi navê Mihemed Şerîetîyê li taxa “Kemerbendî 25” ya bajarê Sine ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hat kuştin.

Ji aliyê din ve ciwanekî dinê bi navê Îsmaîl Mewlûdî yê bi navê Simkoyê 35 salî roja çarşemî li Mehabadê ji aliyê hêzên çekdarên Îranê ve hat şehîdkirin. Xwepêşandana îroya Mehabadê ji bo tolhildana şehîd Simko hat lidarxistin.

Şeva borî termê Simko li ser milên xelkê bi dirûşmên netewî ber bi mizgeftê ve hate birin û îro danê sibê jî di nav girseya xelkê bajarê Mehabadê de û bi dirûşmeyên netewî li dijî rejîma Tehranê û Caş û xiyanetkaran, bi axa pîroza Kurdistanê hate sipartin.

Bi hezaran kes beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Simko bûn û bi dehan dirûşmeyên li dijî rejîma faşîsta Îranê û caşa hatin berzkirin û gel li ser gora şehîd sirûda “Ey Raqîb” xwendin û kîn û hêrsa xwe anîn ziman.

Duh li Urmiyê, Mehabad, Bokan, Seqiz, Dîwandere, Merîwan, Sine, Qurwe, Kamran, Rewanser, Kirmaşan, Qesra Şîrîn, Loristan, Îlam û çend bajarên dinên Rojhilatê Kurdistanê, xelkê daketin qadan û çekdarên rejîma Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê rasterast gule berdane xwepêşanderan, li gor agahiyên Hengaw, bi dehan kes li Kirmaşan, Sine, Seqiz, Bokan, Merîwan, Qurwe û Mehabadê birîndar bûne.

Hin ji çavkaniyên nûçeyan bas li wê yekê dikin ku du welatiyên dinên kurd li bajarên Sine û Mehabadê hatine kuştin.

Di berdewamiya xwepêşandanên pêşwazîkirina çileya “Jîna Emînî” de, ji bilî bajarên rojhilatê Kurdistanê, li piraniya bajarên Îranê xwepêşandanên berifreh hatin lidarxistin.

Li gelek deverên Tehrana paytexta Îranê, xwepêşanderan dirûşmên “Bimre Xamineyî” berz kirin.

Di vê navberê de li dehan bajarên dinên Îranê gel li dijî Rejîma Îslamî daketin qadan.

Du endamên îstixbarata supayê pasdarên Îranê li dema tepeserkirina xwepêşanderan hatin kuştin

Li gorî ajansên nûçeyan, şeva derbasbûyî, pasdar “Emîr Kemendî” di dema tepeserkirina xwepêşanderan de li Tehranê hat kuştin.

Her wiha endamê îstixbarata supayê pasdarên Îranê “Elî Nezerî” jî di encama tepeserkirina xwepêşanderan de li Melayera parêzgeha Hemedanê hat kuştin.

Hêzên supayê pasdarên rejîmê bi cil û bergên sivîl hewl didin li kolanan bi tundtirîn şêwe xwepêşanderan tepeser bikin, lê xelkê hêrs û dilgiran ji hêzên şikestî natirsin û li ber xwe didin.

Hêjayî gotinê ye duh li Şîrazê li perestgeha “Şaçraxê” êrîşeke çekdarî pêk hat û herî kêm 20 kes hatin kuştin. Tevî ku piştre rêxistina Terorîsta DAIŞê îdîa kir ku ew êrîş ji aliyê wan ve hatiye encamdan, lê pisporên rewşa Îranê di wê baweriyê de ne ku ew kiryar ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye encamdan û armanca wan ewe ku ji xelkê re bibêjn ku eger rejîma Tehranê ji holê rabe wê DAIŞ ciyê wê bigre.

Pustên heman beş