Hêzên Îranê zarokekî Kurd ê 16 salî kuştin

iran-komar-zarok-kurd-kurdistan

Hêzên ewlekariyê yên Îranê şeva bihorî li bajarê Pîranşarê yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve bi guleyên rastî teqe li xwepêşanderên li dijî desthilatê kirin û di encam de zarokekî 16 salî yê Kurd hat kuştin.

Di heftemîn heftiya xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê de, ku piştî canjidestdana keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî dest pê kiriye, şeva derbasbûyî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê berdewam bûn.

Li bajarê Pîranşarê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve jî heta derengiya şevê xwepêşandan hebû û li taxa Konexanê ya Pîranşarê aloziyeke dijwar di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî yên Îranê de derket.

Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi guleyên cengî teqe li welatiyên beşdar di xwepêşandanê de kirin û di encam de zarokekî 16 salî yê Kurd bi navê Komar Deruftade canê xwe ji dest da.

Komar Deruftade çend demjimêran berî ku bi guleya hêzên Îranê bê kuştin, di hesaba xwe ya Instagramê de postek belav kiribû û têde nivîsîbû:

“Em xelkê Rojhilata Navîn in, hinek ji me di şer de tên kuştin, hinek ji me li zîndanê, hinek ji me li ser cadeyan dimirin, hinek ji me di deryayê de noqmî avê dibin, heta çiyayê bilind jî tola tenêtiya xwe li me hildidin, çimku karê me mirin e”.

Her li Pîranşarê zarokeke keç a 12 salî ya bi navê Diyana Mehmûdî jî ku di xwepêşandanên roja Şembiyê de bi guleya hêzên Îranê ji serê xwe birîndar bûbû, canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan, gule li serê Diyana Mehmûdî ketibû û bi dijwarî birîndar bûbû, neştergerî jê re hatiye kirin lê belê ji bin neştergeriyê derneketiye û canê xwe ji dest daye.

Li gor ajansa HRANA ya taybet bi çalakvanên mafên mirovan li Îranê, ji destpêka xwepêşandanên vê carê ve heta duh 34 zarok ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine kuştin.

Komar Deruftadah û Diyana Mehmûdî du ji wan zarokan in ku bi guleyên rasî ji hêla hêzên ewlekariyê ve li seranserê Îranê hatine kuştin. Rayedarên Tehranê bi derew îdia dikin ku ti guleyên rastî ji hêla hêzên ewlehiyê ve li dijî xwepêşanderan nehatine bikaranîn.

Hefteya bihorî Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Îranê Cawîd Rehman (Javaid Rahman) bang li civaka navneteweyî kir ku mekanîzmeke navdewletî were avakirin daku derbarê kuştina xwepêşanderên li Îranê lêkolînan bike.

Herwiha şeva derbasbyû li bajarên Sine, Dîwandere, Dêhgulan û Merîwanê li parêzgeha Sine, Serdeşt, Pîranûar, Mihabad û Bokan li parêzgeha Urmiyê, Riwanser li parêzgeha Kirmaşanê, Awdanan û Îlam li parêzgeha Îlamê xwepêşandan berdewam bûn.

Li bajarê Sine heya serê vê sibehê jî xwepêşander li derve bûn û dirûşmên li dijî desthilata Îranê didan. Li Taxa Wîlaşehr a Sine alozî di navber axwepêşanderan û hêzên emnî de derket, û teqeyeke zêde hat kirin.

Her li Sineyê hêzên ewlekariyê yên Îranê hewl dan keçeke xwendekar li cihê mana xwendekaran a Zanîngeha Kurdistanê bigrin, lê mamostayên zanîngehê çûne ber deriyê avahiya ku xwendekar lê diman û rê nedan ku hêzên emnî wê xwendekarê desteser bikin.

Pustên heman beş