Tirkiyê du fermandarên din yên HPGê kuştin

Hekîm Bedrî-amanos-Beraat Boztemîr-hatay-

Rêxistina PKKê nasnameya du fermandarên xwe yên din eşkere kir ku li gulana îsalê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û ji nû ve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, roja duşemî 31/10/2022 nasnameya du fermandarên xwe eşkere kir ku 5 mehan berê li çiyayê Amanosê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û hatine kuştin.

Navên herdu fermandarên HPGê wisaye:

Hekîm Bedrî

Beraat Boztemîr

HPGê du roja berê wendakirina du fermandarên din ragihand bû ku ew jî li îlona îsal li herêma Besta ya Botanê ketibûn ber êrîşên dewleta Tirk.

Rêxistina PKKê li mehên dawiyê hejmareke fermandarên xwe li Rojava û Başûrê Kurdistanê wenda kirine, piranî jê bi êrîşên hewayî yên balafirên keşfê hatine armanc girtin.

Pustên heman beş